Xaltîka Fatê

 Hevpeyvîn-I

Rojda Aydin

 Sînanê kirîv

Faris Beg

  Çiya avis bû

Adil Dûran

Gur û rovî

Bavê Ronahî

Kevir têwerkirin

Lezgîn Şêxo

Qado û mirîşk

Bavê Rewşê

    Nanuxum

M.Badilî

  Tirkên Toranî

F.Devliken

   Henekok-

       Lotikxane          

                                                                Magazîn, henek, gilî û gazin

 

        info@ lotikxane.com  ///  lotikxane@hotmail.com      ///    Medya   ///   Arşîv   ///                                25 / 12 / 2007- Sêşem

Birastî jî êdî bes e!

 

Pîroz be Evîn xanim!

 

Hevpeyvînek bi Aydin Orak re

 

 
 
Google
 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

Cejna Qurbanê

 

Waye dîsa hat cejna qurbane

Wê ser jê bikin kavir û berane

 

Lê em Kurd di esra bîst û yekê da

Qurban didin ciwan û mindalan

 

Li pêşberî demokrasiya cîhanê

Dagirkerên xwînmij kovel girtine >>>

         -------------------

 

Sayin Lotikxane

Ez alîkarî ji te dixwazim!

 

 

Kezebperityo-24/12/07- Sayin Lotikxane, ez bi soya xwe ji Kurdlera me, lê ez bûme zavayê Turkleran.

   Jina min gava qîzik bû, pir xweşik bû. Berî em bizewicin, camêriya xwe jî bi min re dikir. Tunabêjî, pîrika jina min gotiye jina min: "Kurtler enayîdir. Kendîne bîr Kurt bûl ve oninle evlen." û wê jî ez dîtim.

   De xwezî min wê nedîta, ez sed car poşman bûme, lê ez bi guzelîka wê xapiyam. Niha ez êdî nikarim xwe ji destên wê xilas jî bikim. Gava ez hema xebereke ne li hesabê wê dibêjim, diçe giliyê min dike û cendirme tên, min dibin dikutin, dikutiin û dikutin...>>>>>

 

Li Kurdistanê pîrozkirina cejna qurbanê

 

Bavê Jîndar-23/12/07-Colemerg-

Em Kurdên li Ewropa jî , li gor destketîyên xwe Cejna Qurbanê pîroz dikin. Hinek ji me neku pê bawerin, lê ji ber ku bûye kelepûr û kevneşopek ji bav û papîran mayî û wesîleya zêdekirina danûstandinê, vê cejnê bi dilûcan hinbêz dikin.

   Bê goman ew kelecana li welêt, li vandeveran nîne. Li welêt kelecana Cejna Qurbanê berî hefteyekê destpêdike. Herkes li gor imkanên xwe amadekarîya  kirîna şekirokan, liqûman, çêkirina kadan, tûtkan, beqlawe û borekan dike. Jibo zarowan cil û libasan dikirin. Jibo dilên kebanîyan xweş bikin, zêr û kiras û fîstanan dikirin.>>>>>

 

Jinên wan jî dest bi serjêkirinê kirin

 

Polat Erdem-23/12/07-Izmîr- Piştî ku eskerên Tirko li serê çiyayên Kurdistanê poz, guh û serê gerîllayên Kurd jêkirin, îcar jinên wan jî li metropolên Tirkiyê hînî serjêkirinê bûn û dest bi çîrvîtkan kirin.

   Li bajarê Izmîrê bûyerek wilo qewimî ku ji flîmên Drakûla jî xerabtir e. Jinika bi navê E.G (22) piştî demekê bi du zilaman re di xanîyekî de dijî. Bi hevre dixwin û vedixwin. Piştî vexwarina çend şûşeyên şerabê, zilamê 43 salî (M.A) ji jinikê re dibêje:>>>>

 

Ji raya giştî re

 

Roja 16.12.2007an berdestî sibehê, balafirên cengî yên Artêşa Tirkiyê derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê bûn, li wir hin navçe û gund bombebaran kirin.

  Di encama vê bomberankirinê de, li Suredê, Qeletukan, Lewjê û hin gundên derdorê Qendîlê, bi tevahî deh gund, xaniyên sîvîlan û çend jî gomên pez hatin wêrankirin. Jinek şehîd bû û çend kes jî birîndar in.

  Em vê êrîşa Tirkiyê, bombebarankirina navçeyên Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. >>>>>

 

Raste xwedê em nekirine Tirk, lê bi namûs dewleta Tirko doxîn li me sist kiriye brakooooo!

 

Bêrîvan Al-21/12/07-Amed- Kekê me, kevneserokê şaredarîya Sûrê Abdûllah Demîrtaş hevpeyvînek qirase bi nivîskar Maşallah Dekak re kiriye û çend lotikên Kurdewarî avêtine dewletê.

Demîrtaş tiştên wilo xweş gotine ku dilê meriv hêêêênik dibe û meriv dibêje: “Wey xwedê miradê te bike rebbî!”. >>>>>

Min di derya werneke

Saher El Bedrî

 

Bextê te û mi ji te hêvî ye
Esmerê min bi tinê nehêl
Da ez nekevim devê derya
Û min li dû xwe nebin pêl
            Min di derya werneke
            Hey jîyana evî emrî
            Dilê xwe ji bo min veke
            Va ez hatim veke derî
Bes xwe mezin bike
Û dilê xwe bike kevir
Bes xwe giran bike
Biner te çî bi serê mi kir
>>>>>

 

Kevir têwerkirin

 

 Bavê Ronahî-20/12/07-

Çend cîranên min yên Êzidî hene, yek ji wan jî Şêxê Êzidîyan e. Em bi malbatî gelek ji hev hez dikin û qedirê hevûdu digirin . Di rojên tengasî,xêrûşer, cejn û şahîyan de, seredana hevûdu dikin.

    Lê vê cejna Qûrbanê, ji ber hinek sedemên malbatî û pênezanîbûna cejna gerê ye, Şêx nehat îda min. Min jî nezanîbû ku eyda wan jî ya hecê ye. Axir min kêys dît û ez çûm mala wî, me çayek vexwar, min  bi henekî gotê:>>>>>

Cejna Qurbanê tenê li Kurdan pîroz be!

Hecî Emînê Heskîfî-19/12/07-Heskîfê- Belê gelî lotikvanan, ez jî wek hecîyekî Kurdperwer malpera we dişopînim û bi lotikên we kêfxweş dibim. Birastî hûn lotikên Kurdewarî davêjin dijminên xwe û dilê me rehet dikin. Em sofî û hecîyên ku newêrin vekirî dîtinên xwe eşkere bêjin, bi saya serê we kela dilê xwe hênik dikin û heta derecakê hûn bûne wek berdevkê me jî. Bijîn!

   Werhasil, Cejna Qurbanê hat û emê dîsa xwînê birjînin. Ne xwîna insên haaa, xwîna rebenê heywanan. Nebêjin hecî Emîn jî wek qûnekên El-Kaîdeyê serê insên jêdike, eman emannnn! Ez tenê ê heywanan jêdikim û hew! Bawer kin dilê min bi van heywanên xwedê dişewite lo, yaw ma gunehê van heywanan çiye ku dibin qurban? Dibin qurbana çi? >>>>

Em xulamtîya kerxanecîyan dikin

Abdullah El Kurdî- 19/12/07-Misir- Dibêjin rojnameya Skoçlandî (Therûn) babetek balkêş li ser dewlemendên Erebên zikmezin weşandiye, bi belge û delîl eşkere kiriye ku 320 kanalên televizyonên seksê û pornoyê di destên Ereban de ne û Erebên qûnbigû salê bi milyar dolaran pere ji van kanalên seksê qezenc dikin. Yanî, kanalên seksê ji petrolê zêdetir qezencê ji wan re dihêlin.

 Îcar em misilmanên „xwedêjiwanstendî“ çi dikin? Em jî radibin çend qirûşên ku me bi ked û xwêdana xwe dane ser hev û di binê doşekê de veşartine, bi niyeta çûna Mek û Medînê dixin bêrîka van Erebên kerxanecî û wan dewlemendtir dikin. Erebên ku salê 30 milyar dolar ji hatina Hecê qezenc dikin, li me feqîran siwar dibin û em jî dibin kurtanê bergilên wan.

   Werhasil, gotinek heye dibêjin:“Heta rêberê kerê deve be, wê halê kerê ew hal be!“. Îcar xuyaye heta hefsarê misilmantîya me di destê Ereban de be, wê halê me xwelîliseran jî ev hal be ellawekîl!

   320 kanalên seksê kuroooooo!!? 

BUHIRÎ

Dildar Ismaîl

Di ber min re buhirî

Min nizanîbû ew kî ye

Yare an are

Buhar zivistanê winda dike

Sal salê pûç dike

Sorbûna rengê gulê xwe geş dike

Bi şûnve dihêle rengê hemî gulan

Buhirî ..Nizanim xewne

An xewneroje …..

Germ dibe li min can

Hinav tên guvaştin

Xwîn tarî dibe

Li ber roniya buhara nûjen

Difûre ..

Yare an are

 Nizanim….>>>>>>

Îran kirin kerxane

Diyar Baban-15/12/07-Tehran- Doh ez bi sedema karekî hatibûn bajarê Kerec a Îranê. Piştî min karê xwe qedand, ez li kolanekê rawestîyam û min hinekî li televizyonê temaşe kir. Yabo hema min dît û hûn nebînin. Ji nişkê ve wêne û sûretên jinikên tazî, şût û rût derketin û dengê ox û axê li hindurê kolanê belav bû. Qederê deh deqîqan wêneyên jinikên seksî derketin televizyonê û ferman li kolanên Kerecê rabû.

   Bi elawekîl, bi serê Hesen û Hisên, zilamek di kolanê de nema, teva revî revî berê xwe dan malê û dawa jinên xwe li serê wan pêçandin. Çend xort û keçên di kolanê de mabûn jî hevdu kişandin qorzîyekê û kufînî li wan ket. Îran û wêneyên seksî!? Îran û di televizyonê de jinikên tazî û memikmezin!? Tewwwww!

   Bi telaqên jinberdanê, wek ciwangeyên nav garanê li zilamên Îranî hatibû.>>>

 

Çavê me li rê qerimî

 

Şemal Amedî-15/12/07-Hollywood- Gemma Atkînsona ku dilê zilaman diperitîne, beşdarî vekirina mexaza Ultîmate bû û bi cil û bergên şevê derket pêşberî heyranên xwe. Ma malneketê jî jin e haaa! Memikên sîlîkonkirî, bejn û bala kinik û lihevhatî, çavên çêlekî  av bi devê mişterîyên mexaza Ultîmate xist ellawekîl!

   Gemma Atkînson ji zû de soz dabû ku were dikana Lotikxanê jî tewaf bike lê xuyaye ji bîr kiriye. Li ser pirsa me xanimê bersiva me da û got:“Wîîîîîî li min qirikê! Bi serê Bîll Clînton û bi 101 libên tizbiya Mam Celal, tewafa dikana Lotikxanê nehatiye bîra min. Lê ezê bêm, ezê rojekê tewafa dikana we jî bikim û çend dendikên şebeşên Diyarbekrê lê bixwim, sozzzzzz”

   Werhasil, bêhna me fireh e. Îsal nebû salek din, yek din nebû yeke din, her emê Gemma xanimê di qorzîkekê de bigrin…….

 

Li navenda medenîyetê bêhna rîxa Erebî

 

Gulnaza Torî-14/12/07-Parîs- Serokê Lîbyayê Mûammer Qeddafî hat Fransayê û serdana serokkomarê Fransa Sarkozky kir.

   Wek hûn zanin, Qeddafî berî hatina xwe şertek danîbû pêş rayedarên Fransî û gotibû:”Heger hûn konekî (çadirekê) li kêleka qesra parlamentoyê venekin, du-sê deve, çêlek, ker û qantiran li devê çadirê girênedin, ezê serdana welatê we nekim” filan û bêvan. >>>>>>

Şeş tilî û şeş pêçî

Satilmiş Yandançarpti-13/12/07-Mersîn-Sîlîfke- Xwişk û brayên hev (Gokhan û Gamze Devecî ) di çêbûna xwe de xwedîyê şeş tilî û şeş pêçîyan in. Dê û bavê wan Bîrcan û Selîme Devecî jî mane ecêbmayî û nikarin tu bersivekê bidin.

   Dê û bav xwedîyê tilî û pêçîyên normal in. Lê sedema şeştilîbûna zarokên xwe fêhm nakin. Dê û bav dixwazin bi rêya emelîyatê herdu zarokan emelîyat bikin, tilî û pêçîyên zêde jêkin lê perê wan tunene ku zarokên xwe ji vî ezabî xelas bikin.

   Werhasil, Bîrcan Devecî bang li xêrxwaz û rayedarên hikûmetê dike û dibêje:“Çend qirûşan bişînin ku em zarokên xwe ji vî ezabî xelas bikin. Yan na, ezê li axretê dawedarê dîn û îmanê we bim ellawekîl“ û alîkarîyê dixwaze.  

   De neyse, destê dê û bavê wan li axretê di qirika we de ye. Îcar hûn alîkarî dikin nakin hûn zanin heyran!

 

Wêna jîyana min

 


Arşevîn-
13/12/07-
Wêna rastîyê wêna yek car
wêna min neqş û bedew û nemnemeye
.
Bi tena xwe ye , ser bi xwe ye, heyfa vê wênê.
Li hêvya kê ye, liber çava ye, heyfa vê wênê.
Nîgarkêşê dûrhostayê hêvîyê,
şakirta te bi yek xeber, her wîsa te mest û lal û gêj kiriye
.
Şakirta te ne li ser merşê tevnê ba ye,
tu dibê ne li ser merşê tevnê rizîya ye,
şakirta te bê basik maye
.>>>>>>

 

Cejna Êzî

 

 

Dayika min Cejna Êzî
Li te bimbarek û pîrozî
Li xweşk û bira l`her kesî
Babo tu jî pir ezîzî
Li te pîroz be cejna Êzî
            Li van hemû mêvana
            Û li gundî û cîrana
            Li tev sorgul û cana
            Evê cejnê pîroz dikim
Her wesa li axa û mîra
Li belengaz û feqîra
Li xortên ciwan û kale pîra
Evê cejnê pîroz dikim
>>>>>>

 

Mûzîk û Govend

Bo azadiya gelên Anatoliya

 


Şemî, 15 Kanûn 2007, pash saet 18.00

Salon De Maalbeek, Rue Hoornstraat 97 - 1040 Brussel-Bruxelles >>>>>>

GELO BIRA MAÇ DERMAN IN?

Navenda Lêkolîna Tibbî ya Lotikxanê-10/12/07-Swêd

Va ye em dikevin sala 2008an, me wek Lotikxane kêmasiyek mezin di van demên bihurî de kiriye, me heta niha nizanibû, em li pêşberê xwendevanên Lotikxanê şermizar in, niha em lêborînê dixwazin. Ew kêmasî jî ev e: MAÇ DERMANÊN SERMAGIRTINÊ NE, LÊ ME HETA NIHA NIZANÎBÛ.

   Ne tenê em, alim û zanayên dinyayê tev, heta niha lêkolîn dikirin û dermanê sermagirtinê peyda nedikirin. Lê va ye keçikek Kurd derman dîtiye. Şabaaaaş ji Xwedê re!

   Keçeke Kurd, ji dê û bavekî Kurd ku silav daye vê dinyê, di rojnameya STOCKHOLM CTY  de halko gotiye: ”Maç dermanê sermagirtinê ne. Kî pir maçan bike, ew tu carî nexweş nakeve û jiyana xwe jî dirêj dike. Ji xwe hembêzkirin û lotikvanî, rihê mirov ji Ezraîl jî diparêzin. >>>>>

Werin sîlîkonên belaş!

Şemal Amedî-09/12/07-Kalîfornîa- Lotikvana Emerîkî, stêrka flîmên porno û seksê Mary Carey, sîlîkonên xwe  derxistin mazatê û dan ber firotinê. Xwedêgiravî Carey dixwaze bi firotina sîlîkonên xwe alîkarîyekê bi tekoşîna li dijî penceşêrê bike û çend lotikên xêrane bavêje.

   Dibêjin sîlîkonên wê wek du şebeşên Diyarbekrê di paxila wê de nermijî ne û tam kemilî ne. Îcar hinek fesad û ewan dibêjin:”Sîlîkonan difroşe? Naloo! Kuro ji xwe me jibo sîlîkonên wê li flîmên wê temaşe dikir, ma go sîlîkon herin çi tirr têde dimîne bavê min, wîî!” û li dijî firotina sîlîkonên wê derdikevin.

   Werhasil, heger sîlîkonên nermik û germik ji kesî ji we re lazim bin, serî li Mary Carey xin heyran. Piştre nebêjin haya me ji firotina sîlîkonên wê çênebû filan û fîstan, okey!

Matmazêl Nansî

Narîn Remo-08/12/07-Beyrûd-

Ev horîya nermik,nazik, findik û rindik Nansî ye, Nansî Ecrem a ku cîhana Ereb gêjo mêjo kir ye, dema Ereb wê dibînin nema bi ser riya textê jina xwe vedibin, şaşo maşo wek mêşa tu Pifpafê bera pozê wê bidî li wan tê.

   Yê ku wê nas nake bila ji wezîrekî ji wezîrên ewqafên Ereban bipirse, kes wek wan cugrafiya laşê wê nas nake. Ji hemî paşa û serokên Ereban bêhtir Ereb jê hez dikin. Her ramûsanek wê bi sê bîrên petrolê ye. Tenê matmazêl Nansî bi çavekî dikare cîhana Ereb ser û binî hev bike û miletê Ereb ji paşmayîn û serokên wan ên diktator rizgar bike.

   Ji bo xatûn Nansî gelek dayikên zarokên pêçekan û jinên avis hatine berdan, û gelek parlamanên Ereb ji bo çavên wê têk çûne.

   Ana findika cîhana Ereb li mêrekî sernerm digere, lê ji ber ku Kurd serhişk in naxwe Kurd jê re nabin.

   Pirs: Ku Nansî Ecrem bernameyek siyasî di televizyonek Kurdî de pêşkêş bike, gelo wê Kurd hemû di bernameya wê de nebin yek???? Belê, bi 29 telaqan belêêêêêê!.

Wey tirrrrr li bin we û hezar bavê we!

Sebra DILA- 06/12/07-Elmanya-

Gelî lotikvanên Lotikxanê, herdu çavên xwe baş vekin û guhê xwe baş mîj bikin û piçekî li rewşa zarokên Kurdan bifikirin.

   Ma ku ev zarok têr xwarin û cil baya, dê ji zarokên Europiyan çi ferq bikira? Xwînşêrîn, çavşîn, porzêrîn, devlihev … Lê dewleta Tirko û virqo ew xistine çi halî hûn dibînin ne?

   Wey agir bi mala wan û sed bavê wan keve rebbî!. Xwedê wan kesên ku malên Kurdan şewitandin û zarokên Kurdan sêwî hiştin doşek, balîf û kulavan bi wan ve nehêle, wan di agirê cehnemê de bişewitîne rebbî!.

   Tew dewleta virqo dixwaze têkeve Yekîtiya Europayê, wey tirrrr li bin we û hezar bavê we!

Aferîn Turksolû aferîn, bi namûs hûn ji me bi xîrettir in!

Zinar Qelemşûr- 05/12/07-Stenbol- De binerin bê zarokên xelkê çiqasî girêdayî doz û qewmîyeta xwe ne. Çep bin jî çepên welatê xwe, rast bin jî rastên welatê xwe, dîndar bin jî dîndarên welatê xwe, û qûnek bin jî qûnekên welatê xwe ne. Yanî, mêrikan berjewendîyên gel û welatê xwe di ser hertiştî re digrin. Meselen kovara bi navê Turksolû (Çepêntirk) û derûdora wê!

   Derûdora kovara Turksolû bi salan e ku bi navê çepîtîyê dijminatîya gelê Kurd dikin û ji nîjadperestên MHP jî dirindetir û hovtir in. Qûnekan Nasyonalsosyalîstên welatê xwe ne. Bi navê çepîtî û sosyalîstbûnê berjewendîyên Tirkiyê û artêşa Tirk diparêzin û xwedî lê derdikevin.

   Werhasil canim, di vê helwesta xwe de Tirk bi sed qatî ji me Kurdan çêtir û bi xîrettir in. >>>>>

 

 

 

Lotikxane amadeye serokatîya we bike qurban!

Pîrkemal-24/12/07-Lotikxane- Evê ezezî û nexweşîya serokatîyê malik li Kurdan biriye mîratê. Hema bêjin di nav Kurdan de kesê ku bi çavê serokan li xwe nenere tuneye. Hûn niha herin ji şivanekî Kurdistanê re jî bêjin, ewê bixwaze bibe serokê partîyek yan eşîrekê. Yanî, kes nabê dewê min tirş e, kes naxwaze bibe esker. Tev dixwazin general û mareşal bin.

   Werhasil canim, dibêjin germîyek wek agirê cehnemê di navbera partîya HAK-PAR û KADEP ê de çêbûye û xwedêgiravî herdu partî dixwazin bibin yek, xwîna xwe li dawa hev xin û bibin krîvên hev. Helbet ji Kurdan re ji yekîtî û tifaqê girîngtir û xweştir tiştek tuneye. Tifaq û yekîtî dermanê hemi pirsgirêkan e. Nexasim milletek wek milletê Kurd ji herkesî zêdetir hewceyî yekîtîyê ye. Lêêêêêêê?

   Ku ev nexweşîya serokatîyê jî tuneba, tu derdekî me nedima ellawekîl!>>>>>>

Serê du beranan di beroşekê de nakele

Cemîlê Çargurçik-23/12/07-Stockholm- Dibêjin xwedîyê malpera Kurdwebbê Firat Aygun û serokê eşîra malpera Nefelê Arif Zêrevan dane ber hev û dest bi lotik û pehînan kirine. Wek hûn zanin, Arif û malpera wî di şûna “ku” de “ko” bi kar tînin.

   Hinek alî li dijî “ko” derdikevin û dibêjin ku, li gellek herêmên Kurdistanê “ko” di şûna “ne tûj” de tê bikaranîn û ji ber vê jî zimanê Kurdî dike wek şorba nîskê. Mînak: “kêra ko, şûrê ko – kêra neseqandî-kêra netûjkirî”. Lê piranîya malperên Kurdan “ku” bikartînin ji ber ku “ku” naziktir, siviktir û bilêvkirina wê seksîtir e.

   Çawa ku zimanê Swêdî ji zimanê Fînlandî naziktir û nermtir e, “ku” jî ji “ko” kubartir e. Werhasil, >>>>>

 

 

 

 

Dermalê Îranê

 

Diyar Baban- 21/12/07-Tehran- Li cem me her salê dermalan (pezê salê) xwedî dikin da ku qelew bibe û goştê wî/wê dermalê têra malbatê bike. Îcar xuyaye wê di şûna heywanan de insan bibin dermale. Dibêjin li Îranê zarokek 7 mehî çêbûye, ji niha de 20 kîlo ye û dixwe û naxwe têr naxwe.

   Mehrşat Komeyzîyê 7 mehî hingî şîrê dêya xwe dimije, rebena dêya wî 20 kîlo jar bûye û hew kare rahije kurê xwe. Bavê wî tehlîlên wî şandine Dubaî û bi hêvîye ku çareyek ji qelewbûna kurê wî re bê dîtin da ku kurê wî ji qelewbûnê neteqe. Hinek fesad û ewanên ser tenûrên Tehranê jî dibêjin ku “wê Mehrşat Komeyzî bibe dêwê Îranê û ewê bi tena serê xwe li dijî Emerîka dest bi şerê xwarinê bike". Li ser bextê xelkê be, dibêjin Mehrşat rojê 150 lître şîr vedixwe û êdî taqata dê û bavê wî bi kirîna şîr re nemaye.

   Werhasilî kelam, bi namûs heger ev zarok bi vî awayî mezin bibe, yan wê bibe bela serê Îranê û yan jî wê xwarin û vexwarina temamê dinyayê têra wî neke.

   De xwedê wî bike bela serî sofî û melleyên Îranê rebbî!

Zavayê me tirr ji Tirkan berda

Cemîlê Çargurçik-20/12/07-Stockholm- Zavayê Kurdan Fredrîch Malm ku ji Partîya Gel (Folk Partîet) e, ji Kurdekî zêdetir Kurdayetîyê dike û lotikên xweş li qûna dewleta Tirko dixe. Ji ber vê helwesta wî jî, ew di çavê dewleta Tirko de bûye wek marê reş.

   Werhasil, dibêjin rayedarên dewleta virqo emaîlek ji konsolosê xwe ê Stockholmê re şandine û têde gotine:”Konsolos efendî, lan qûnek! Swêdî hemi alkolîst in, çend şûşe wîskî û kamparî bişînin ji Fredrîck Malm re, binerin bê em wî bi çend şûşe wîskî nekirin û wî nekin zilamê xwe” filan û fîstan.

   Werhasil, dibêjin rojekê Fredrîck Malm ji xewa şîrîn rabûye, derî vekiriye û dîtiye ku çend şûşe wîskî û kamparî li devê derî ne û nameya konsolosê Tirk jî bi şûşan re ye. >>>

Bila bi agirê cehnemê be û ne bi fatîhe û nimêja Tirkan be!

Sofî Xelef-20/12/07-Sofîyê Civata Lotikxanê- Dewleta Hacûc û Macûcan, yanî dewleta ku ji kesên “doşirme, xwînheram, şorbe û çeqilmast” pêk hatiye, radibe di bin navê “bratîya îslamî” de lotikan li Kurdan dixe û mala xwe dibe mîratê.

   Tirkên ku di hedîsên Mihemed Pêxember de wek “Tirk nikarin bibin misilman” tên destnîşan kirin û şerê li dijî wan ferz tê dîtin, îro radibin xwe wek nûnerên îslamê dibînin û qaşo misilmantîyê dimeşînin. Dewleta terorîsta Tirk bi rêya Sazîya Dîyaneta xwe a derewîn, dînê îslamê jibo berjewendîya dewletê bikartîne û dînê îslamê li gora daxwazên dewletê dikin lastîk. Bi vê lastîkkirinê dînê îslamê bi ku de bikşînin bi wir de dibin.

   Werhasil, dibêjin Ebûqatê Amedî Cîhan Aydin >>>>>>

De ji xwe re li nivîskarên xelkê binerin û li yên me binerin

Ehmed Beyan- 19/12/07-Enqere- Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, çima em ji nivîskarên Tirk, Ereb yan Farisan aciz dibin? Yan em dixwazin herkes wek me demokrat û mirovhez bin? Yan em dixwazin herkes wek me qedr û qîmetê nedin dewleta xwe û dijminatîya dewleta xwe bikin? Heyran di namûsa min de be, ez ji nivîskar û rewşenbîrên Tirk dihesidim bavê min, wîî! Mêrikan nivîskarên dewleta xwe ne, ajanên dewleta xwe ne, parêzerên yekîtîya axa xwe ne, xulamê milletê xwe ne, dixwazin dinya hemi bibin Tirk, wekî din û hezar jehr û ziqûm. Ma ev xerab e gelo? Li gora min na!

   Aferîn ji wan û sedûyek bavê wan re! Kuro ma nivîskarên xelkê wek nivîskarên me ne hayhoooo! Ê me nîvdewletek me çêbûye, go ji me bê emê sibê wê xerabikin ey hawarrrrrr! Ji me bê emê dewleta xwe bikin bi qurbana serok û partîya xwe dîsa ey hawarrrrrr! Ji me bê emê lingên hev bişemitînin û fatîhayekê jî li ser hev nexwînin dîsa ey hawarrrrr!

    Law ma em Kurd çi meqlûqat in? Em çi beşer in ku em dost û dijminên xwe ji hev nasnakin? Heta kengî emê bibin kurtanê kerên dewleta Tirk? >>>>>

Pelûl bi serê Nûrettînê me de rijiya

Serdar Mirad-19/12/07-Amed- Bratî û dostanîya me û Tirkan wek bratîya gur û mîhê ye. Kesî bihîstiye ku gur û mîh bûne brayên hev gelo? Yan kesî dîtiye ku rovî û mirîşk bi aşitî jîyane? Bawer nakim! Lê em dibêjin û nabêjin, ev DTPî yên me hefsarê xwe ji destê van Tirkên bêbav dernaxin law, errreeekkkkk!.

   Aha nimûna dawî û herî vekirî girtina serokê DTP sayin Nûrettîn Demîrtaş e. Nûrettîn Demîrtaş gotibû „ezê wek mêran vegerim û kêfa Tirkan li xwe naynim“. Mêrik vegerîya û cewrikên dêlegura Asenayê bi qerpika stuyê wî girtin û berê wî dan hepisxanê.

   Îcar kin û kurt:“Bi namûsa mêrê çê, bi hersê telaqên jinberdanê, heta em Kurdên bakur ev xwelîliser bin, heta em dijminê xwe wek dost bibînin, wê ferqa me û mîhê nemîne û xelas! Emê tim û tim parîyê devê gurên Tirk bin, wey!“

   De derbasbûyî be yabooooo…

   Belkî girtina te jibo pêşeroja te bi selamettir be, te nerî di hilbijartinên pêşerojê de tu jî wek Sebahat xanimê di xepsê de wek wekîl hat hilbijartin, ma kî zane!? 

 

Kî dibê li Çîna kominîst demokrasî tuneye? Hema li tirsa çavê van zarokan binerin, hûnê bizanin bê ka ferqa lotikên kominîzmê û faşîzmê çiye û hew......

Hîp-popa Kurdan û ala Kurdistanê

 

Berzan Berwarî-17/12/07-Elmanya- Me wek xebatkarên Lotikxanê biryarek standibû ku emê di van demên zîz de rexneyên giran li tu kesayet û rêxistinên  Kurdan negirin. Lê heke bûyer û doz ya şeref û sembola welat be, divê herkes li dij raweste û rexneya ku şennê (laiq ) kesên bi şeref in, li wan bike. Civanên Kurd li hev dicivin  û dibêjin: Li dewsa em herin dîsko û lotikxanên Almanan û li ber muzîka Almanî lotikan bavêjin, em ji xwe re cîyekî bigirin, ban hûnermendên Kurd bikin û lotikên Kurdewarî bavêjin. Û jibo lotikhavêtinê jî 14.12.2007. Roja înê  li bajarê Koln a Almanya, li Euro salê  digirin. Hunermend Serhedo, Rizgar, Ayhan, Kawa, Sîpan û Dîno li şeva ciwanên Kurdistan amade dibin. Çend xortên başûr  ala Kurdistanê li ser dikê dadiliqînin. >>>>>

 

 Bangewazek ji layê EQazî Mihemed ve

 


 
 
Rolekanî netewey Kurd!
 Kurdistanîy
ên berêzekan!
 H
izib, rêkxiraw û girû
pekan!
 
 
Wek dezanin rojî 26 Sermawez, rêkewtî 17 dîsambir 1945, rojêkekealay pîrozî Kurdistanî beşkowetêda helkirawe; ew alayey ke Komarî Kurdistanî lejêrda damezra; Qazî be Barzanî espardu êstaş hêmay bûn û serwerîy netewekeman û çeqlî çawî dujminane. Boye cêy xoyetî keher takû girup û hîzbêkî Kurdistanî, lenawxo bê yan le derewey wilat, le Kurdistanî azad bê yan beşê dagîrkirawekanî, be her şêwe û le her cêgayekî mumkîn, le şar bê yan le şax, bo rêzgirtin lem rojew le alakeman, alay pîrozî Kurdistan helken.
 
 
Şekawebê alay pîrozî Kurdistan
 
 
EQazî Mihemed
 Serokî
Partî Azadîy Kurdistan
 24 sermawezî 2707
 15 dîsambirî2007

 

ETA dîsa dest bi lotikan kir

Kurdo-16/12/07-Madrîd- Ev demek dirêj bû ku rêxistina ETA a herêma Baskê dev ji lotik û pehînan berdabû û fîşek nediteqandin.

   Hinek dibêjin“ „Fîşekên wan xelas bûbûn û taktîk kirin“, hinek dibêjin:“ Na wele tirr di wan de nemabû û nikarîbûn bi fissan şer bikin“, û hinek jî dibêjin:“Çend kîlo kokaîn firotin, pere dan ser hev û pê fîşek kirîn“ filan û fîstan. 

   Werhasil, dibêjin ETA di malpera xwe GARA de gotiye:“Çi dezgeha ku bibe astenga avakirina dewleta Baskê, emê li bin guhê wan xin û wan efû nakin. Bi taybet emê hêza artêşa Îspanyol bidin ber lotik û zîtirkan û tirrê ji wan berdin“ filan û wekî din. 

   Ez serê we neêşînim, xwezî ji mîrê keremê re hêzên bakurê Kurdistanê jî biwêrîna bigotana „Çi dezgeha ku bibe astenga avakirina dewleta Kurdistanê, emê wan ji hev biçirvirînin û tirrê ji wan berdin“ û hew!

   Lê ka ew mêranî û hestên Kurdewarîya Kurdên bakur, kaaaaaaaaa! Weyla aqûbeta ETA li serê me be rebbî! Madem em ji xwe fedî nakin, hema ji ETA fedî bikin law!

Bazirganê Tirk û pêxwasê Amedê

Dr. M. Hessen Şêxo-15/12/07

Rojekê yekî Tirk ji anadolîyê biryara xwe digre ku here bajarê Kurda bo bazirganiyê bike. Li ser rê nêzîkî Amedê dibetile û hema li qiraxa rê pal dide û di xewre dire. Yek ji pexwasên Amedê derbas dibe ku here Amedê. Li tengala rê bazirganê Tirk dibîne bê çi xeweke şêrîn dike.

   Pexwasê Amedê cilê bazirganê Tirk jê dike. Şuxlê xwe jî pê dike, bedlê wî jî li xwe dike û berê xwe didê rîya xwe ya Amedê. Bazirganê Tirk şîyar dibe xwe di çi halî de dibînê. Bedlê wî çûye û qûna wî jî şil e. Radibe çekê (cil û berg) ku pexwasê Amedê avêtine li xwe dike û berê xwe bi lez dide dû şopê da nasbike kê bedlê wî biriye bo jê bistîne.

   Li deryê Mêrdînê bazirganê Tirk dizê xwe dibîne. Rast dire cem û jêr dibêje: ”Te ev bedla ji kuderê anîye?”. Pêxwasê Amedê jî yekê nakê dido:>>>>>>

Yabo bi xwedê te hiland!

Gulnaza Torî- 15/12/07-Parîs- Doh me hinekî behsa Qeddafî û çadira wî kiribû. Erê mêrik carna dide navê û gotinên teradînkî dibêje, lê carna jî gotinên maqûlane ji devê wî derdikevin.

   Dibêjin heyetek ji nûnerên partîyên Kurd çûne serdana Qeddafî û silavek lê kirine. Qeddafî jî bi hatina heyeta Kurdan kêfxweş bûye û ji heyetê re xweş kiriye û ha xweş kiriye. Birêz Qeddafî di demên berê de jî piştgirîya xwe ji doza netewa Kurd re  nîşan dida. Çi ji dil be çi siyaset be ew tiştekî din, lê gotinên xweş xweş in wesselam.

   Dibêjin vê carê jî serok Qeddafî gotiye:” Xelk min rexne dikin û henekên xwe bi min dikin. Çima? Dibêjin tu ji Kurdan zêdetir serxwebûna Kurdan dixwazi lê partîyên Kurd federasyonê dixwazin û lotikekê li te dixin. Min ji roja pêşîn de piştgirîya doza milletê Kurd kiriye û dîsa dibêjim ku mafê gelê Kurd heye dewleta xwe ava bikin” filan û bêvan.

   Werhasil, federasyon-mederasyon li alîyekî, lê ma ne hinek partîyên Kurd federasyonê jî naxwazin heyran! Başe ku ew alîyên te rexne dikin lotikek li te nexistine û negotine:”Binere wa DTP federasyonê jî naxwaze, tenê azadîya filankes û bêvankes dixwaze, tu çima doza dewletek serbixwe diki terorîst!? Ma dewleta Kurdan bi serê te û bavê te ketiye oxlim!?” û destê te kelemçe nekirine qurban!

   De dîsa spas jibo wê piştgirîya te û gotinên te yên xweş û tu sax!

Wezîrekî bê şeref!

Selîm Şeref-14/12/07- Bawer kin, tu insan wek Tirkan zimanlewitî û bêşexsîyet tunene. Ji heywanên wan bigrin heta bi wezîr û rayedarên wan, tev weke hev dizirin. Kesî ji we dîtiye ku wezîrê dewletekê devê xwe lewitandibe û dijberê xwe bi xeber û dijûnên ku ne layiqî insana ye îtham kiribe? Bawer nakim! Lê wezîrên Tirkan dikin. Meselen wezîrê dewleta Tirk sayin qûnek Kurşad Tuzmen.

   Kurşad Tuzmenê qûnek di axavtina xwe de – hem jî di parlamentoyê de- mesele anî ser mesela terorê û ji PKK re got:”PKK rêxistinek terorîst a bê şeref e”. Yanî, şeref bi PKK re tuneye.

   Îcar ma emê bêjin çi gelî xwendevanan!? Gava PKK li xwe zor neyne û bêdeng bimîne, bar dîsa dikeve ser milê me Kurdên bi şeref ku em lotikekê li Kurşad Tuzmenê kurê dêlê xin û namûsa wî bikin pênc pere. >>>>>>

Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye

Zinar Qelemşûr-13/12/07-Stenbol- Ji berê de dibêjin “Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye”. Îcar xuyaye ev jî mesela me û generalên dewleta Virqo ye. Generalên ku derkenar dibin û tirr di wan de namîne, radibin li kirinên xweyên çûyî  poşman dibin û niha aqil didin xelkê. Bi taybet di mesela Kurd de kêmasîyên xwe dibêjin û li xwe mikur tên. Berî demekê general Aytaç Yalman, Kenan Evren û hinek qûnekên din gotibûn ku me bi qedexekirina zimanê Kurdî xeletî kiriye û înkarkirina gelê Kurd jî nerast bû. 

   Niha jî serekerkan Yaşarkê sermezin mikur tê ku PKK ketiye parlamentoyê û rê ji siyasîbûna wê re vebûye. Ji xwe generalê tewşo-mewşo Edîp Başer radibe aqil dide rewşenbîr û çapemenîyê û ji wan daxwaza xwedîlêderketin û pêşdebirina mafê azadî, mafê mirovan û fêhmkirina girîngîya aştîyê dike.

   Werhasil, xuyaye derîyê kadînê ji generalên Tirk re vebûye û berê xwe dane kadînê. Her ku di pirsgirêka Kurd de cîh li wan teng dibe, dibe virqe virqe qûna wan û li kirinên xwe poşman dibin. Ev jî elametên xêrê ne xuyaye. De neyse, general hêdî hêdîç rastîya hebûna milletê Kurd dibînin.

   Lê wê milletê Tirk  kengî rastîya pirsgirêka milletê Kurd fêhm bike em nizanin. Ji ber ku Azîz Nesîn gotibû “Ji sedî 80 ê milletê Tirk cahil û ehmeq in”, wê karê me bi Tirkên ehmeq re zehmet be. Ma cahil û ehmeq zû bi zû rastîyê fêhm dikin qurban, na wey!

Seeta tavê û Çiyayê Simbir

 

Bavê Jîndar-12/12/07-Cûlemêrg-

Tê gotin ku Ahûra Mazda rojekê  çiya rêzkirine û gotiyê, „bimeş!“ .Çiya jî meşiyane û heta Hekarya hatine . Pêre gotiye „bisekin!“ û çiya sekinî ne .Di wê navberê de karê wî derdikeve, bi lez û bez diçe û bi wê çûnê . Êdî hew vedigere û çiya jî li wir dimînin. Lewre navek ji yên Hekarya jî „Welatê Çiya ye“..

   Li Hekarya gelek rêze çiyayên bilind hene. Wek Cîlo, Reşko, Çiyayê Reş, Kato Simbir û hwd. Herçend navê wî yê rastî Simbir be jî , lê Culemêrgî ji ber ku tîpa (r ) bikarnaynin, dibêjin. Simbi. Tirkan jî ji xwe re kirine Sunbul.  Simbir, li hember Culemêrgê, binê wê di kûratiya gelî de ye. Çemê Sê ( zap ) di qontara wê de ber bi başûrê Kurdistanê ve diherike. Çiyayê Simbir ji geli 2440, ji behrê 3740 mitroyan bilind e.

   Di zarotiya min de, li Cûlemêrgê  derveyî qonaxa wali ,qonaxa hikûmetê û mektebekê pêde çu avahiyên beton tunebûn. Xanî hemu ji axê bûn. Her wusa çu minare jî  tunebûn . Xanîyê herî bilind du tebeq bûn ew jî yên maqûl û kedxwudanan bû . Bi tenê di çend malan de, radîyo hebûn. Seet jî li ba kêm kesan peyda dibû. Lewre Çiyayê Simbir wek  “SEET a TAV ê” bikar dihat. >>>>>>>

 

Mihemedê me tirr ji Alev Alatli xanimê berda ellawekîl!

 

Recebê Teqlomeqlo-11/12/07- Nivîskara Tirk, pîreboka qaşo rewşenbîr, pîra perçiqî Alev Alatli xanim, berî demekê rêzenivîsek bi navê Ben bîr Kurt aydini olsaydim (ger ez rewşenrîrek Kurd bûma) nivîsandibû û rewşenbîrên Kurd dabû ber lotik û pehînan. Alatli xanimê weke ku rewşenbîrên Kurd hov û cahil bin, şîretên rindik û mindik li wan dikir û dixwest ku rewşenbîrên Kurd kumê xwe deynin ber xwe û dev ji cudaxwazî û Kurdayetîya xwe berdin filan û fîstan.

    Werhasil, Tirk Tirk in, ha rewşenbîrên wan û ha mirîşk û elokên wan, tev weke hev difikirin û parêzerên dewlet û qeymîyeta xwe ne. Îcar xuyaye di nava Kurdan de ji xeynî Mehmet Sonmez rewşenbîr tunebûn ku kesekî dengê xwe nekir û bersiva vê pîra perçiqî neda.

   Lê Mihemedê me şûrê xwe kişand û bi ruhekî Kurdewarî lotikek bêîman li Alatli xanimê xist û berê wê de Anitkabîrê, cem Sarioglanê Qûnekê Kerxana Selanîkê. Nivîsa Mehmet Sonmez bi Tirkî ye û di Kurdistan-post.com ê de hatiye weşandin. Heçê bi Tirkî zanibe bila bersiva kurê ciwamêran bixwîne.

http://kurdistan-post.com/News-file-article-sid-21882.html

 

Bê şirove

 

Li ber keçên xwe nakevin, dane dû

 

rebena peykerê

 

Osmanê Rişmilî-09/12/07-Vîyana- Kuro ev insan çiqasî durû û bextreş in yaw, wax wax waxxxxx! Bi taybet Tirk mexlûqatin ecêb in ellawekîl! Heger hûn li Ewrûpayê bin û li kuçe û kolanên bajarên Ewrûpayê geriya bin, hûnê bibînin ku keçên Tirkan wek çêlekên ku hatibin ga, ha ha didin dû xortan û di qorzîkan de dibe fişefişa wan, hevdu dinermijînin.

   Û piştre çi dikin hûn zanin? Bi belge û dokumenterên textoran eşkere bûye ellawekîl, piştî ku têr gon dixwin îcar diçin peran li xwe didin û perda keçkanîya xwe didrûn da ku ew ehmeqên ku pêre bizewicin di çaroxa wê dernekin ku çiryaye û diryaye.

   Werhasil, mesela me ne dirûtina perde û malzaroka wan e. Mesela me Liqûma Tirk ( Turkish Delîght) e. Dibêjin heykeltraş Olaf Metzel heykelê jinek Tirk li behçê Zanîngeha Teknîkê çikandiye û di pêşangeha xwe de pêşkêşî serdaneran kiriye. Îcar xuyaye ev heykela  tazî û serpêçayî li xweşîya Tirkan neçûye, Tirkan li qûna xwe zor anîye û dane lotikan. Piştî pêşangehê rabûne ew heykela reben li erdê xistine û tirr jê berdane.

   Erê lo, keç û jinên wan xwe di bin xort û zilamên xelkê de digevizînin, perde û malzarokên xwe didrûn, zarokan ji ber xwe dikin dengê xwe nakin, lê qûnekan radibin kerbê xwe di serê heykela reben  re derdixin.

   De ka hûn bêjin bê navê vê helwestê çiye yabo? Ne bênamûsî be naxwe çiye babam!?   

Xezeba ciwangê Amûdî

Dr.M.Hesen ŞÊXO-08/12/07-

Li Amûde malikik feqîr hebû. Mala wan li bareşê bajêr, li aliye girê Mihemedê Deqorî bû (Tirko aniha navê gir guherandîye û kiriyê Girê Kemalîyê). Ev malika feqîr çêlekik wana hebû. Ev çêlek rojekê dimire û li paş xwe golikekî nêr dihêle. Xwedêteala xezeba xwe sedî not û neh kiribû bahra vî golikî.

   Golkê me mezin dibe û dibe ciwange. Lê mesela ku diya golik zû mir, golkê me gelek şîrê terr nexwaribû. Icar wek Mehmûd Ehmedînejad hûrik mabû. Lê du qiloç li ser bûn wek şûrê Hz. Elî bû. Rojek havînê mozik bi gunê ciwange vedide, ciwange yekê nakê dido, xwe li têlên mayîna dixê û rast berê xwe didê Girê Kemalîyê. Li ber gir jî Tirko qereqolik çêkirini.

   Eskerê ku nobeta xeta têlê digre ji tirsa ciwange û xezeba wî, ji desthilanîn de dikeve û dibe tirre tirra qûna wî. >>>>

Dizîya kesanedîtî

  Lotikxane Serwîsa Ewrûpayê-07/12/07-  Swêd

Îro li Stockholma paytexta Swêdê, diziyek bi sosret çêbû. Mesele weha bû:

   Zilamekî Tirk û jina xwe çûne dikanek ji vayên mezin, li ber refên goşt rawestiyane û jinikê çend qutîkên qîme (hûrgoşt) xistine binê kiras û li ser zikê xwe girêdane. Jinik herwekî bi zarû be,  zikê wê wisa gir bûye ku te digot qey şeş zarok di zikê wê malxerabê de ne. Piştre hin tiştên dî jî kirrîne û xistine erebokê, çûne ber kasê da perê wan bidin.

   Lê hema carek xelkê dîtiye ku xwîn ji jinika bi zarû tê xwarê. Pir kes lê hatine hevûdu ku alîkariya wê bikin, yekî jî telefonî polîs kiriye û gotiye:”Zû pêve bighên yan na wê Stockholm li ber xwîna vê jinikê biherike”.

   Werhasil, jinika Tirk û mêrê xwe dîtine ku rewş xirab e, hema beziyane û ber bi mala xwe ve revîyane. Wisa revîyane ku te digot qey di pêşbirka maratpna bezê de dibezin. Wek kîroşka ku ji tajî bireve, virqe virq bi wan ketibû. Pêre pêre polîs û ambûlans jî hatine wir. Polîs li pey şopa xwînê çûne hetanî mala wan. Jinik girtine û xistine anbûlansê, birine nexweşxanê. Textoran bala xwe daye jinikê ku hemla wê qîme ye.

   Em serê we neêşînin, îcar şîreta me ji Kurdên Stockholmê re ev e: Nebe nebe hûn xwe wek vê jinika Tirk biçûk bixin û serê me li ber Swêdîyan bitewînin haaaa, eman emannn! Heger rojek ji rojan we niyeta xwe li dizîyê xera kir, zêr û micewheran bidizin ku lê hêjabe qurban! Îcar dizîya goşt kuro!?

 

 

Dî dibêje naletê li bavê xwe tîne!

 

Ehmed BEYAN-06/12/07-Enqere- Ev gotica “Turk-Kurt kardeş PKK kalleş” di devê Tirkan de bûye wek benîştê benka û şîrêza (404 a Japonan) zeliqandinê. Heçê bixwaze derewekê bike, wê xwe di bin perda vê gotica naletî de veşêre û qaşo Kurdan pê bixapîne. Gerçî gellek ji Kurdên me jî wek van Tirkên serker difikirin û rûn li ser nanê wan dikin, lê de neyse mijara me ne ew Kurdên ehmeq in.

   Dibêjin serokê Partîya Artêşa Tirk CHP Denîz Baykal efendî beşdarî civîna çapemenîyê bûye û di derbarê firotina televizyona ATV de dîsa çend lotik û zîtirkên qantirkî avêtine. Birastî slogan û nivîsa ku li pişt Baykal efendî ye balkêş e. CHP niha jî dixwaze ray û dengên ku li Kurdistanê wînda kiribûn, bi slogan û dûrişmeyên derewane wek “Tirk-Kurd bra ne, PKK bêbext e!” dîsa bîne ser hev û çend Kurdên bêaqil bide dû xwe. >>>>>>>>

 

Pîra Fermanê

      
  Dr M. Hesen ŞÊXO-06/12/07-
Rojek ji rojan jinek navsere ji Amûda rengî navê wê Fermanê, temenê wê derdora 70 sali bû. Wextê dewleta Tirko ya Osmanî fermana filehan anîbû, bavê wê jî ev nav lê kiribû. Icar pîra Fermanê nava wê dêşiya. Geh qebzî dibû û geh nava wê diçû. Zarokê zarokên wê carcara heshesûk hişk dikirin û didanê ji bo nava wê baş biba. Textorek jî hatîye Amûde û gellekî pesnê wî didin.

   Fermanê jî rê digrê û dire cem textorê me. Pîra Fermanê derd û êşa xwe ji textor re dibêjê. Textor dibêje "Pîrê, ma nava te dikê qurequr?“. Pîra Fermanê dibêjê " Erê lawo welleh". Textor dibêje "Pîrê tu navsorî bûyi". Pîra Fermanê gellekî ditirsê û dipirsê "Lawo ma dermanê ve bêxwediyê heye?".

   Textor dermanekî didê pîra Fermanê û jê re dibêjê "Ev derman başe, vi dermanî bux û heger tu baş nebû, bi paşde were ezê dermanekî hîn baştir bidim te" Pîra Fermanê hema yekê nakê dido û dibêjê " Lawo çima tu wî dermanê hîn baştir aniha nadi min xwedê hişto!". Textorê me keserek kûr kişand û got "Pîrê, ma ezê nanê xwe û zarokan çawa derxim"
   Gerek pîra Fermanê fermana textor li ba Lotikxanê rakiriba. Lê mixabin hevalê barê ketî tuneye.

  Ji felsefa Erebên şufînî

Arşevîn-25/12/07-

Çi bêjim ez ne dengbêjim li ser Cezîra delal

Ji kerba ez lal û gêjim te jibîr nakim Efrîn yar

Mizgîn bide Kobanê ji wer hemu silavan

Destê qirêja li ser we çi dixwazin bêbavan.

Qamişlo kanîya çavan ev li serbo giravan,

Zave kengi wê şabe hêsrê bûkê bilavan.>>>>

 

KERENG

 

        GUNDELIA  TOUMEFORTÎÎ

 

 

Xalıtê Kerengfiroş-24/12/07-Hekarya-Ev pincarê bi stirî û hinekî bi pûrt bejna wê 40- 50 cm e ku li her deverên Kurdistanê hêşîn tê.  Ma çi jê çênabê û bi kêrî çi nayê!. Kereng di mehên Avrêl û Gulanê de, li cîhên axa wê hinekî  sist hêşîn tê. Heta payîza direng mirov fêdê jê dibîne.

   Tiştên jê tên çêkirin: Ji reha wê hinek xwarin , tirşî, mixle û xavexav xwarin. Ji gewda wê xavexav xwarin, ji şîrê wê benîşt,  ji bizrê wê qahwe û  çerez.>>>>>

 

Weyla me çavê te xwaro!

 

Erdal Wanî-24/12/07-Wan- Bi serê min û we, vê carê yekî DTPî dilê me rehet kir û tirr ji Tirkan berda. Hem jî tirrên Kurdewarî haaaa! Wekîlê DTP ê Wanê Ozdal Uçer di pîrozkirina cejna qurbanê de bi Kurdî axivî û heyecanek mezin çêkir.

   Rojnamevanên ku bawer bûn ewê bi Tirkî biaxive, bi xwe de rîtin û gava dîtin ku Ozdalê me lotikek li wan û li zimanê Tirkî xist, bû tirr tirra qûna wan û serê xwe bera ber xwe dan. Ozdalê me kama dilê rojnamevanan nanî cîh û got:”Ezê vê tirrê ji we re nehêlim û bi Tirkî, bi zimanê şildim-bildimkî neaxivim. Herin naletê li bavê xwe bînin û wergêrekî Kurdî ji xwe re bînin ku hûn bizanin bê zimanê Kurdî çi zimanekî xweş e, çi zimanê insana ye” filan û bêvan.

   Werhasil, cara yekem e ku yekî DTPî eşkere dilê me rehet dike û lotikek aqilane li Tirkoleran dixe. Xwezî bi wê rojê ku DTPî tev axavtina Kurmancî ji xwe re bikin adet û dev ji wî zimanê dêlegura Asenayê berdin.

   Her bijî Ozdal Uçer! Bi namûs te doxîn li Tirkan anî kabokê loooo!

 

         Hawara Serbaz

 


Mahmûd Hewlêrî-23/12/07-Hewlêr
Serê sibehê, bi zîrrêna telefonê hilçeniyam...
Bi dengekî gijelokî, min got elooooooo! 
Li hemberî min dengekî hêrs û yarî got: Aloooteynnn…

   Hîna min negot, aleyna we aleykû,mesalam û we rehmetullah û berakat! Mirovê hemberî min Serbaz bû.  >>>>>

Dewleta Swîsrî da bin dûvê Perînçek

Serdar Serhedî-22/12/07-Swîsre
Siyasetmedarê Partiya Karkerên Tirkîyê sayin qûnek Dogu Perincek, li Swisrê hat mehkeme kirin û qiraseyek kete wî!...
   Ji ber ku di sala 2005an de li çend bajarên Swîsrê gotibû ku “Jenosîda hember Ermeniyan derewek înternasyonal e!”, ji alîyê Qanûna Antîrasîzmê ve 12.000 Frank ceze xwar.
   Helal be Dogû efendî...Bi namûs Talat Pasa jî cezayekî ewqas mezin nexwaribû !...
>>>>>

Em wek çermsoran jî nayên

Çermspî-21/12/07-Emerîka-Dibêjin eşîra Lakota (siyû) a pismamên me yên çermsorên Emerîkayê, ji awira gelemperî re daxuyandine ku wan peymanên bapîrên xwe yên bi Emerîkayê re fesih kirine û lotikek lêxistine.

   Berpirsê eşîrê Rûssel efendî di civîna çapemenîyê de ragihandiye ku êdî ew ne hemwelatîyên Emerîkayê ne û herkes dikare bê û li ser erdê wan bi azadî bijî. Bapîrên Rûssel û eşîra wî berî 150 salî peyman bi Emerîkîyan re îmze kiribûn ku şerê hev nekin û herdu alî bi azadî bi hevre bijîn.Lê xuyaye Emerîkî sozên ku didin çermsoran bi cî naynin û heqê wan dixwin. Ji ber vê jî pismamên me rabûne ser herdu lindan û lotikan davêjin Emerîkayê.>>>>>

Barzanî rûmeta gelê Kurd e

Cemîl Cewherî-20/12/07-Hewlêr- Serok û serokatî bi herkesî nakeve û herkes jî nikare xisûsîyetên serokatîyê hilgire. Serok ew kes e ku karibe di dem û cî de xwedî biryar û helwest be.

   Serok ew kes e ku karibe li himber dostên xwe jî û li himber dijminên xwe jî helwestgir be, xwedî bîr û ray be. Meşandina siyaset û polîtîkayek rast jî ji xisûsîyetên serokatîyê ne. Gava te germî germî helwesta xwe nîşan neda û hêvîya xelkê şikand, êdî mane û naveroka siyasetmedarîya te jî beravêtî dibe, sar dibe û qeşa digre. >>>>>

JI Tirkan re ferq nake, kujtî ha hiştî

Nanxwirê Cilqetîn-19/12/07- Belê, dewleta virqo li ser soza xwe ma û bi balafirên xwe êrîşî Çiyayê Qendîlê kir. Heçê nizanibe wê bêje qey ev cara yekem e ku Tirk êrîşî Çiyayên Kurdistanê dikin û wan çiyan dişewitînin. Lê bi dehan car heman êrîş hatine kirin û bi van êrîşan dewletê dengê awira gelemperîya civaka xwe qut kiriye. Hema bêjin ev êrîşa dawî jî zêdebûna ser kezebê bû.

   Serokwezîr Recebo hingî got „emê êrîş bikin û bikin“ êdî tu çare jêre nema. Nerî go êrîş nekin ewê derewîn derkeve û wê îtîbara wî di nava xelkê „ker“ de bişkê, îcar bi henekan be jî çend bombe avêtin ser Çiyayê Qendîlê û li ser soza xwe ma.

   Kuro ev Recebo îşê xwe zane haaaa! Bawer kin, bi van êrîşên başûr mêrik hesabê hilbijartinên beledîyan dike. Dixwaze kela dilê Tirkan hênik bike da ku di hilbijartinan de çend beledîyên ku di destê hinek partîyên din de mabûn jî, têxe destê xwe û bibe mîrê seranserê Tirkiyê. >>>>>

Piştî tirr têde neman ciwan hatin bîra wî

Antonîo Vêga-/19/12/07/ Hawanna- Li gora min tu tiştek ji karîyerîzm û ezezîyê xerabtir tuneye. Kesên karîyerîst û nexweşên “ezezîyê” dibin bela serê milletan û wan li qûn disekinînin.

   Neyse, dibêjin serokê Kubayê rêheval Fîdel Kastro li nexweşxanê xwe bi xwe fikiriye û gotiye:”Yaw va ez bûm 81 salî û tirr di min de bûne fis. Êdî ez serokê Kubayê bim çiye û ne serok bim çiye? Ev çend salin min xwe bi vî kursîyê serokatîyê zeliqandiye, êdî bese loooo! Êdî ezê rê ji ciwan û xortan re vekim ellawekîl, yan na ditirsim li axretê hesab ji min bipirsin kuro!” û biryara devjêberdana serokatîya Kubayê daye.

   Îcar kursîyê xwe daye kê hûn zanin ne? Daye brayê xwe Raûl Kastro ku bi xwe 63 salî ye! Yanî, halîhazir ciwan û xortê Kubayê Raûl Kastroyê 63 salî ye haaa! Îcar hesab li cem we......

Cejna Yezdan pîroz û bimbarek be rebbî!

Bengîn Elegez-19/12/07-Moskova- Kurdên me yên Êzîdî piştî rojîya 4 rojî dest bi pîrozkirina Cejna Yezdan kirin.

    Li gora bawermendîya Êzdîyatîyê, Yezdanê pak di 15ê Cirîya Paşîn de (Kanûn) dinya ji bedena xwe ava kiriye û bi qencî û xerabîyê li hev ragirtiye. Ji ber vê jî Êzîdîyên me 15ê Cirîya Paşîn wek rojek pîroz qebûl dikin û bi navê „Cejna Yezdan“ pîroz dikin.

   Em jî wek xebatkar û dostên Lotikxanê yên li Moskovayê vê cejnê li temamê Kurdan pîroz dikin û dibêjin:“Bila destê Yezdanê pakrewan li pişta gelê Kurd be rebbî!“  

Dawîya dinyayê nêzîk dibe

Bavê Jînê-17/12/07-Dinya-

Ligor gotin û fesadiyên lêkolîner û qeşakologan, wê heta çar salan çiyayên qeşa bi tevahî bihelin û ava derya û okyanûsan şeş mitrowan bilind bibe. Heke çareserîyek jê re neyê ditin, dawîya “dinyayê nêzik e.” Ev pirsgirêk ya herkesî ye! Hewceye herkes ji alîyê xwe de li çareserîyan bigere.

   Em jî wek Lotikxane, li pispor û pêşbînê xwe Bavê Jînê gerîyan û hevpeyvînek kurt pêre kir. Lotikxane: Birêz B.J, tê gotin ku çiyayên qeşa dihelin û dawîya dinyayê nêzîk dibe. Dîtinên te li ser vê yekê çine?

    B.J:   Ku çiyayên qeşayê helîyan, welatên nêzik deryayê wê di bin avê de bimînin. Paşê “ji ber germê “wê ew av bibe hilm (bixar) derkeve esmanan, wê ji esmanan dîsa bibe baran û birije erdê. Ji ber van baranan wê lêmişt û lehî rabin. Wê dinya bibe  “fisilav û tiredûman”.

>>>>>

 

Bûne wek gayê ber cot

Av.A.Dîlan-15/12/07-Enqere- Ev siyasetmedar û desthilatdarên Tirk bûne wek gayê ber cot û diçin vî serê erd û vedigerin serîyê din. Mişar û xeta cot jî xeranakin haaa, na wille û bille!

   Berî niha tam 8 carî qanûna poşmanîyê derxistin da ku kesên çûpne serê çiyê vegerînin berîyê. Lê xuyaye aqilê wan nayê serê wan û ha ha wek papaxanan gotinên xwe dubare dikin. Hikûmeta niha jî dîsa dixwaze wek ên berê bi dek û dolabên “Qanûna Poşmanîyê” qanûnekê derêxe û xwedêgiravî gerîllayên li serê çiyê daxîne berîyê. Lê hikûmet dike û nake newêre çareserîyek siyasî bibîne û xwe bide ber naskirina nasname û mafên gelê Kurd. Tew general û siyasetmedarên wan hîna jî ji a xwe nayên xwarê û dibêjin “Kurd tunene”.

   Dibêjin niha li ser maddeya 221 ê tê rawestandin û dixwazin vê maddeyê wek lastîkê nerm bikin û hinek gotinên girovertir têxin maddeyê ku qaşo karibin gerîlla pê qaîl bikin. Meselen dibêjin:>>>>>

 

Were Lotikxanê Fazil beg!

Firildeq Elî- 15/12/07-Stenbol- Dibêjin pîyanîst û muzîkjenê navdarê Tirk Fazil Say lotikek avêtiye û gotiye:“Îslamî bûn hêz, em di hindikayê de man. Jinên wezîran tev sergirtî ne. Xewnên me têk çûn. Dibe ku ez di pêş de dev ji welatê xwe berdim û ji Tirkiyê birevim“ filan û xeftan 

   Yaw sayin Fazil Beg, bi serê min û te, kontenjanên Lotikxanê vala ne. Bi taybet, pêwistîya me bi piyanîstekî wek te jêhatî heye. Avakirina grûpa me a muzîkê li ser tirr û fisekê maye. Ku tu jî bê wê grûpa me temam bibe.

   Îcar heger cîh li te teng bû û îslamîyan derpî ji te kir, zû were Lotikxanê û bibe serokê orkestra me yabo!

   Bi namûs, bi hatina te emê “Senfonîya Dengê Lotikxanê” damezrînin û derkevin konserên navnetewî. De zû were qurban zûûûûûûûû!

Nezanî xirabmalî ye

Emer Ibin Fisso-14/12/07-Kazablanka- Xwedêteala kesê nezan û xeşîm nehêle. Di dinyê de tiştek ji nezanî û cahiltîyê xirabtir tuneye. Ji xwe çi tê serê insên ji destê cahiltî û nmezanîya wan tê serê wan.

   Werhasil, dibêjin di sala 1955an de jinikek Fas î bi navê Zehra Ebû Talib bi hemil dibe û dikeve ber halê xwe. Wê radikin nexweşxanê. Zehra xanim gava dibîne jinikek din li kêleka wê bi sezeryanê (emelîyatê) zaroka wê ji zikê wê derdixin, dikeve saw û tirsê û hema wek kîroşka ji ber tajî bireve, ji nexweşxanê direve.

   Piştî çend rojan qolinc tên Zehra Ebu Talib û zaroka di zikê wê de li ber xwe dide. >>>>>>

Xanimê bûye aqilmenda dewletê

Ehmed Beyan- 13/12/07-Enqere- Belê, xaltîka me Aysel Tûglûk xanimê dîsa çend lotikên li gor dilê dewletê avêtin Kurdan û xwe bi dewleta Virqo şelaf kir. Tu dibê qey Kurdên başûr zebeşên bavê wê dizî ne, ewqasî ku serxwebûna başûrê Kurdistanê li zora wê û hevalên wê diçe.

   Tûglûk xanima ku berî niha dagîrkirina başûr ji artêşa Tirk re rewa dîtibû û daxwaza mîsakî mîllî dikir, îro jî radibe dîtî nedîtî êrîşî serxwebûna başûrê Kurdistanê dike û aqil dide dewleta terorîsta Tirk.

   Xaltîka me di îhbarnameya ku di parlamentoyê de xwendiye dibêje:>>>>

Li swîsra lotikek din li bin dûvê Virqo ket !

Tolhildan-13/12/07-Swîsre

Ev bu salek ku welatê Virqo, bi qewet û diplomasiya xwe û bi hemi fen û fûtekên xwe, dixwest ku filmê gerila „Davîdê Tolhildan“, ê derhênêrê Kurd Mano Xelîl li Swîsra bide rawestandin.

   Lê weke ku bi Kurmanciya binxetê, yan jî Kurmanciya zarokên taxa hilêlîkê tê gotin: Virqo bi vî girt û berneda!>>>

Ger ez rewşenbîrekî/e tirk bûma*

 Ji sitî Alev Alatlı re**

Receb Dildar-Amed-

Ger ez rewşenbîrekî/e tirk bûma, niha ji derewan fetisî bûm.

 Gelo înkarkirina dîrokek, miletek, welatek çi ye? Minê berê xwe bida dîrokê; ka ez 1000 sal berê çawa hatime ser vê erdnîgariyê û min bi hukmê şûr û bi dek û dolaban çawa dest daniye ser welatê xelkê? Me çawa navê Kurdistanê qedexe kir û navê xwe li ser kir? Me çawa dîrokek derewîn nivîsand û hîna jî bi derewan radibin û rûdinin? Ka sibê ji ber vê zilmê û van derewan ez ê çawa li rûyên zarokên xwe binêrim?

   Ger ez rewşenbîrekî tirk bûma ji ber ku min miletek înkar dikir, navê welatek tune dikir, navê çem û newal û gundên kurdan bi zorê dıguhert û navên xwe lê dikir, min ê ji însanetiya xwe şerm bikira û teniya bin beroşê di rûyê xwe bida.

 

http://www.netkurd.com/gotar.asp?yazid=135&id

=1479

 

Pê derxin emê tasek meyir û sê kutilkan bidin we!

 

Sebra Dila- 11/12/07-Elmanya-

Dibêjin "berxik yan mîha xwedê ye", yanî reben û belengaz û tirsonek e. Lê binerin û ji xwe re serpêhatiyan jê derxînin, heger hûn jîr bin?

   Ku we pê derxist jî, em ê tasek meyir, sê kutilkan û qutiyek helawa rîcal bidin we. Na ku we pê dernexist, emê we bibin şûna berxikê û lotikek bê îman li der qûna we xin. Îca hûn û şensê xwe, hûn bi ser kêde bikevin ne sûcê lotikxanê ye.

   Binerin, dibêjin xwedêgiravî ev berxik ji tirsa gurên har ên wek Tirko, ceger hatiyê û li wir sekinîye. Dibêjin gur qîlên xwe ên bi xwîn qîç kiriye û newêre here cihê berxê.

   De îca ji xwe re li ecêbên dunyayê meyze bikin ha!

   Neyse hûn ji xwe re çi jê derdixin hûn bi kêfa xwe ne.

Ev tirr ji Tirkan re nema

Cemîl Cewher-09/12/07-Hewlêr- Serok Barzanî bi selametî vegeriya Kurdistanê û kela dilê Kurdan hênik bû. Tirk û çapemenîya xwe bi rojan antîpropaganda û zimandirêjî kirin ku Barzanî bûye qurbana sûîkastekê da ku moralê Kurdan xera bibe û dilşikestî bibin. Lê ji ber du derew belaş in û ziman jî bê hestî ye, wey li wî ye ku lotik û zîtirkan bavêjin.

   Werhasil, dibêjin li binya xetê (rojavayê Kurdistanê) rojekê xanîyê yekî li ber lehîyê diçe. Xwedîyê malê dibe tîqtîqa wî, dikene û dibêje:"Kuro bela ev tirr ji van mişkan re nemabe, hema xanî çû bila biçe".  Dibêjin hingî mişk di mala rebeno de hebûn, li ber xerabûna mala xwe nediket lê bi mirina mişkan dilê wî rehet bibû.

     Îcar ev jî mesela me û Tirkên hov e. Bi hatina Serok Barzanî ev tirr ji Tirkan re nema û hûn sax! Oxyannnnnnn!

SPAS JI MALPERA LOTIKXANÊ RE

Lokman Polat-08/12/07-Swêd-

Demeke dirêje ku di malpera Lotikxanê de dinivîsim. Spas ji Lotikxanê re ku ev îmkan dane min û nivîsên min weşandin.

   Herweha spas ji xwendevanên Lotikxanê re ku nivîsên min xwendin û car caran rûbirû û bi mailan dîtinên xwe ji min re gotin. >>>>>>>

Ma birastî jin namûs e?

Sebra Dila- 08/12/07-Elmanya-

Em Kurd carna dibêjin “jin namûs e”. Ku wisa be, ma mafê vî bênamûsî heye ku baran li pişta jina xwe bike, ew jî çixaran bikşîne û temberiya xwe şeh bike?

   Bawer dikim vê jinikê hîn mafê jinan nebihîstiye. Lê ku bibihîze hema bi namûs, ewê yekser here civînê, ne tenê baran li pişta mêrik bike, wê li ser bar rûnê û wek jinên Kurdên li Europayê tirrê ji mêrê xwe berde.

   De neyse em pir dirêj nakin, ji bo ku mêrên Kurdên pêşketî pozê xwe ji me daneliqînin û nebêjin “waaaaaw vê lotikxanê em hetikandine bavo!”

 

Segê şivanên Kurdistanê

KANGAL

 

Bavê NÛBAR-06/12/07-Elmanya-Li gor gotin, lêkolîn û vekolînên segkologên Tirko, segê şivanan „Kangal“ segê herî bi hiş û hêz e.  Kangal dikare 200 gotinan jiber bike û di serê xwe de bigire. Bi hêza xwe dikare bi rehetî tiraxtorek 3000 kilo li pey xwe de bikêşe.. Hêza wî ji ya 10 kerên şamî û 50 hemalên Dîyarbekirê zêdetire.

   Gotinên ku di serê xwe de dikare bigire ji yên karkerên Tirk, yên destê pêşî hatine Almanya pirtir in. Heke hûn bawer nakin  biceribînin. Ez gelek karkerên Tirk ku ji çil salan zêdetirin li Almanya dijîn nas dikim, ku 50 gotinên Almanî nizanin. Yên dizanin jî neşên bînin cem hev, hevokekê pê çêkin.

   Aha cihê daxê, dilsotin û kezebperitînê ev e. Ew kesên ku bi qasê segên mê yên şivanan gotinan nizanin,  bûne axayên me û em jî bûne xulamên wan ehmeqan! Ma ne şerm û fedî ye! 

   Hêj jî gelek rewşenbîr û sîyasetvanên me, dixwazin me heta hetayê di bin destê kesên ku ji segên şivanên me paştatir û nezantir in de bihêlin. Ma ew ji segên xwe jî şerm nakin!?

 

Mamoste Azîz Akşahîn wê her bijî

Dost û hevalên wî-05/12/07

Me azizê ber dilê xwe Azîz Akşahîn wenda kir. Em pir xemgîn in. Welatparêzê hêja Azîz Akşahin piraniya jiyana xwe di riya azadiya welatê xwe de terxan kiribû. Hîn di dema xortaniya xwe de, li Licê di gelek dem û dezgehên şoreşgerî û demokratîk de cih girtibû. Gelek caran ji aliyê dagîrkeran ve hatibû girtin.

   Cara dawî bi qasî 10 salan di girtîgehê de mabû û di girtîgehê de pişika wî birîn girtibû. Zîndanciyan destûr nedida ku Azîz here nexweşxanê û tedawî bibe. Du sal berê cezayê wî qediyabû û ew hatibû berdan; lê hezar mixabin êdî nexweşiya wî gelek xedar û giran bûbû. Bi ser re jî Azîz wek xortekî saxlem di nav kar û xebatên welatparêzî de bû. Rojek li Amedê û rojên din li Wanê bû >>>>>

s© lotikxane 20-02-2006